Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got cezayên YE’yê û DYA’yê li dijî dewleta Tirk pênava yekemîn e û ihtîmaleke mezin heye ku dê ceza li dijî ferd û saziyên dîtir jî pêk bên.
Wezîr Karên Derve yê Yewnanistanê ji Ajanasa Nûçeyan a Yewnanistanê re axivî û destnîşan kir ku, cezayên Amerîkayê yên li dijî dewleta Tirk dê bi demê re eşkere bibin û ew peyameke bihêz û eşkere ye.
Dendias wiha domand:
Em bi hêvî ne ku beşdariya DYA’yê li rojhilatê Deryaya Spî kûrtir be.
Ji ber ew bepirsê wê ye, da ku aştî û aramî li herêmê pêk were.