Şêniyên Binarê Qendîlê: Bersiva KCK’ê ya ji bo vekşîna hemû hêzan, cihê rêzdariyê ye

Şêniyên Binarê Qendîlê bersiva KCK’ê ya ji bo nameya wan a vekişandina hemû hêzan ji Zînî Wertê, keyfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ev yek cihê rêzdariyê ye.

Li ser navê şêniyên Binarê Qendîlê Selman Koçer destnîşan kir ku ev meheke li ser rewşa Zînê Wertê wan nameyek pêşkêşî KCK’ê, Wezareta Pêşmerge, PDK û YNK’ê kirine.

Selman Koçer diyar kir ku bersivdayîna KCK’ê ji bo nameya wan cihê kêfxweşiyê ye.

Koçer li ser navê şêniyên Binarê Qendîlê careke din daxwaze vekişîna hêzên li Zînê Wertê kir û bang li hemû aliyan kir ku pêşî li hincetên dewleta Tirk bigirin.

10’ê Gulanê şêniyên Binarê Qendîlê serdana hemû hêzên li Zînê Wertê kirin û daxwaza vekişîna wan ji herêmê kiribûn û nameyak pêşkêşê wan kirin.

KCK’ê duh di bersiva nameyê de gotibû, ew ê heta dawiyê bi rêzdarî nêzî daxwazên gelê xwe bibin.

Back to top button