KJK: Newroza îsal wê bibe wesîleya azadiya Rêberê me

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê Newroza 2024’an pîroz kir û got:
“Em cejna vejînê Newrozê li gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn pîroz dikin.
Em bawer in ku Newroza îsal wê bibe wesîle ji azadiya Rêberê me re.”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê daxuyaniyek weşand û Cejna Newrozê pîroz kir.

KJK’ê di şexsê Mazlûm Dogan, Çaran, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce hemû şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî û got:

“Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya zêdeyî nîv sedsalê, Newroz ji her demê bêhtir kir Newroza azadiyê, ji bo gelekî ku tinekirin li ser dihate ferzkirin, ji bo jinan kir wesîleya jinûve vejînê.

Lewma Newroz bi qasî lêgerîna nasnameya neteweyî ye, di heman demê de lêgerîna li jinbûyîna azad e.
Bi qasî ku nîşaneya vejîna neteweyî ye di serî de ji bo jinên Kurd nîşaneya vejîna jinên tevahiya Rojhilata Navîn e. Newroz li Kurdistanê navê ji nû ve vejîna jinê ye.

KJK: Divê jin hîn bêhtir xwedî li Newrozê derkevin

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku divê jin hîn bêtir xwedî li Newrozê derkevin û wiha domand:

“Li hemberî polîtîkayên kuştin, kuştina jinê, qirkirina ekolojiyê yên rejîmên dîktator divê li her derê û her tim bi ruhê Newrozê têkoşîn bê bilindkirin. Rihê Newrozê her tim di asta herî bilind de bê hiştin. ”

KJK: Banga me beşdarî Newroza azadî ji Rêber Apo re bibin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan KJK’ê bang gelên Mezepotamya kir ku tevlî Newroza Rêber Apo bibin û got:

“Di van rojan de ku em nêzî Newroza 2024’an bûne ku wê weke Newroza Azadî ji Rêber Apo re bê pîrozkirin.

Em ê bi rihê Newrozê bersiv bidin planên qirêj ên ku li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li dijî tevger û gelê me tê kirin.
Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe û gelên Mezopotamyayê dikin ku beşdarî Newroza Azadî ji Rêber Apo re bibin.

Meşaleya jiyana azad bilind bikin, bi vejîn û hêza Newrozê bijîn, li ber xwe bidin û jiyana azad biafirînin.

Em careke din cejna vejînê Newrozê li jin, ciwan, gelê Kurd, gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn pîroz dikin û bawer dikin ku Newroza îsal wê bibe wesîle ji azadiya Rêberê me re.”

KCK: Newroz li dijî mêtîngeriyê berxwedana gelan e

Back to top button