Ciwanên Çilaxa: Wê berxwedana me heta rizgarkirina Efrînê bidome

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Çilaxa diyar kir ku berxwedan û têkoşîna wan heta rizgarkirina Efrînê berdewam e.

Doh Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Çilaxa Mîlad Akob bi boneya salvegera dagirkirna Efrînê daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên derexlaqî yên dewleta Tirk derbarê projeya Rêveberiya Xweser û hêviyên gelan hatin şermezarkirin.

Mîlad Akob di daxuyaniyê de destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker wan natirsînin û vîna wan naşikînin.

Akob di dawiya daxuyniya xwe de anî ziman ku ew ê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî têkoşîna xwe dewam bikin.

Çalakî bi diruşma ˊbijî berxwedana Efrînêˊ bi dawî bû.

Kongra Star: Berxwedana me heta têkbirina dagirkeriyê didome

Back to top button