Di salvegera dagirkirina Efrînê de PYD’ê panelek li dar xist

Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê li Şehbayê bi bûneya salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê panelek li dar xist.

Panel bi beşdarbûna bi dehan ji nûnerên partiyên siyasî, tevger û saziyên cûda li Hola kampa Serdem hat lidarxistin.

Ji aliyê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ve axaftina destpêkê hat kirin.

Salih Mislim anî ziman ku Efrîn bi hêzeke navneteweyî hat dagirkirin û got:

“Efrîn di salên dirêj de bû cihê herî ewle û aram, her kes di nava xwe de pêşwaz kir.

Lê piştî dagirkeriyê Efrîn bû cihê sûcên li dijî mirovahiyê.”

Mislim diyar kir ku berdewama berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê di hemû şert û mercên zehmet de wê bibe misogeriya rizgarkirina Efrînê.

Beşdaran balkişandin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û gotin:

“Eger dagirkerî bi dawî nebe, sûcên di hundirê Efrînê de bi dawî nabin.

Ji bo rizgarkirina Efrînê divê em her kes xwe erkdar bibînin.”

Back to top button