KNK û Tevgera Azadî, çeleng danîn ser gora şehîdên Helebceyê

Beriya 36 salan îro ango di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Bees’ê bajarê Helebceyê bi çekên qedexekirî kîmyabaran kir.
Di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji destan, winda bûn û bi hezaran jî birîndar û felc man.
Şehîdên Helebceyê îro li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Bang li hikûmeta Herêmê hate kirin van salvegeran bikin bingeha yekîtî û netewa gelê Kurdistanê.

Îro 36 sal bi ser kîmyabarankirina Helebce ya ji aliyê rejîma Baas ya Iraqê ve derbaz dibe.

Di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Bees’ê bajarê Helebceyê bi çekên qedexekirî kîmyabaran kir.

Di encamê de 5 hezar sivîl şehîd û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Bi boneya 36’emîn salvegera Kîmyabaranê, Nûnerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê serdana gorên qurbaniyan kirin.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Dr. Hekîm Ebdulkerîm di merasîma bîranînê de axivî.

“Divê ev roj bibe bingeha yekîtiya netewî”

Dr. Hekîm Ebdulkerîm komkujiya heyî bibîrxist û got:

“Roja Helebceyê ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê, ji bo hemû cîhanê peyamek e ku Kurd di van qonaxan de derbas bûne û tune nebûye.

Di vê rojê de weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê daxwaz dikin ku xwîna şehîdan, bîranîna Helebce, jenosîd, Enfal, qirkirina Dêrsimê û bi dehan karesatên din bibe bingeha yekîtiya me ya neteweyî.”

Endamê KNK’ê Şêrko Heme Emîn jî derbarê heman mijarê de axivî ûgot:

“Di vê rojê de em bejna xwe li hember hemû şehîdên Helebce û Kurdistanê ditewînin.

Tevî derbazbûna 36 salan jî hîna nekarîne sucê kîmyabaranê bibe mijarek neteweyî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek xemsarî kiriye û bi qasî qurbanîdana Helebceyê nekariye xizmeta Helebceyê bike.”

Herwekî din li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna qurbaniyan merasîm hatin lidarxistin.

Back to top button