Bi boneya salvegera 6’emîn a dagirkirina Efrînê, Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyek da û got: “Ji dema dagirkirina Efrînê heta roja îro jinên Efrînê rastî revandin, kuştin û destdirêjiyê tên. Tirkiyê dixwaze Efrîn veguherîne herêmeke girêdayî Tirkiyê da ku hebûna herêmeke Kurdî tune bike.Em soz didin jinên Efrînê ku em ê ti carî gavan bi paş de navêjin, em di rêya serketin û azadiyê de ne.”
18’ê Adarê salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê ye.
Bi vê boneyê Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyek da.
Kombûnê sûc û kiryarên hovane û dijmirovî yên li dijî şêniyên Efrîn û hemû herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyê şermezar kir û got;
“Dewleta Tirk plan kiribû ku kontrola xwe li ser axa Sûriyê dirêj bike û bajarên wê dagirbike.
Tirkiyê li dijî şêniyên Efrînê hemû cûreyên çekên giran û qedexekirî bikar anî.
Ji dema dagirkirina Efrînê heta roja îro jinên Efrînê rastî revandin, kuştin û destdirêjiyê tên.
Kombûna Jinan a Zenûbiya anî ziman ku armanc ji dagirkirina Efrînê ew bû ku pêvajoyeke berfireh û sîstematîk a guhertina demografîk pêk bînin û wiha pê de çû:
Kombûna Jinan a Zenobya: Em ê heta dawiyê di rêya azadiyê bidominin
“Tirkiye dixwaze Efrînê bi xweve girêbide û hebûna Kurdan di nav de tune bike.
Xelkê ku ji Efrînê li dever û kampên Şehba û bajarê Helebê koçber bûne, ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar û dorpêça hikûmeta Şamê rastî gelek zor û zehmetyan tên.
Avesta Xabûr ji bo hemû jinên Efrînê sembola qehremaniyê ye û tevî neheqî û zilmê jî berxwedan didomin.”
Kombûna Jinan a Zenûbiya teqezkir ku ew ê ti carî gavan bi paş de navêjin, ew di rêya serketin û azadiyê de ne û wiha bi dawî kir.
Bila Erdogan û çeteyên wî baş zanibin ku her zeytûnek wê bibe guleyek li hemberî wî û her xayînekî êrîşî xaka me bike.”