Tecrîda Îmraliyê di rojeva Konseya Federal a Swîsreyê de ye

Parlamenterên Swîsreyê tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo anîn rojeva Meclisa Federal a Swîsreyê û bang li Konseya Federal kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkevin nava liv û tevgerê.

Bertekên li dijî tecrîda mutleq a girankirî ku 3 sal in li ser Rêber Apo ye, dewam dikin.

Taybet jî di asta cîhanî de xwedîderketina li Rêber Apo her zêde dibe.

Li swîsreyê bi pêşnûmeya parlamentera Partiya Sosyalîst-SP a Parlamentoya Federal a Swîsreyê Fehlmann Rîelle Laûrence û bi îmzeya 11 parlamenterên Federal bal kişand ser tecrîda Îmraliyê.

Di pêşnûmeya ku ji bo bersivdayînê pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hat kirin de ji Swîsreyê hat xwestin ku têkildarî şert û mercên tecrîda li ser Rêber Apo bikevin nava liv û tevgerê.

Parlamenteran di pêşniyara xwe ya ji bo Konseya Federal de behsa pêvajoya dîlgirtina Rêber Apo kirin û diyar kirin ku ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim ên ev 3 salin agahî nayê girtin.

Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku ji bo jiyan û tenduristiya Rêber Apo û 3 girtiyên din fikareke kûr heye.

Parlamenteran diyar kirin ku CPT di navbera 13-22’ê Sibatê de serdana girtîgehên Tirkiyê kir, lê ji ber Tirkiye li dijî derket neçûn Girtîgeha Îmraliyê.

Di pêşnûmeyê de bal kişandin ser girîngiya rola Rêber Apo a di çareseriya pirsgirêka Kurd de û wiha hat gotin:

“Em dizanin ku Ocalan di navbera salên 2011-2015’an de di hevdîtinên aştiyê yên navbera PKK’ê û dewleta Tirk de ku bi navbeynkariya welatên wekî Swîsre û Norwêcê pêk hatiye, roleke girîng lîstiye.”

“Gelo Konseya Federal tecrîda li ser girtiyan wekî êşkence dibîne.”

Endamên Meclisa Federal ji bo Konseya Federal a Swîsreyê bibersivîne ev pirs kirin:

“Swîsre ya ku endama Konseya Ewropa û CPT’ê ye ji bo lêkolînkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan çi dike?,

Gelo Konseya Federal tecrîda li ser girtiyan wekî êşkence dibîne? Eger wisa be, ji bo ku girtiyên Kurd ên li Îmraliyê karibin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, ew plan dike ku çi gavan bavêje?

Gelo Konseya Federal ji bo garantîkirina mafê hêviyê ku di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de tê gotin, wê gavan bavêje?

Gelo Grevên birçîbûnê û tecrîda li girtîgehên Tirkiyê di têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Swîsre û Tirkiyê de cih digirin?”

Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson derbarê tecrîdê de axivî

Back to top button