Şehîdên Helebçeyê li Swîsreyê hatin bibîranîn

Li welatê Swîsreyê bajarê Lûzernê Şehîdên komkujiya Helebçeyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK-L) hat lidarxistin.

Li ser navê Komîteya Çandê Hekîm Ekincî axivî û şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî.

Ekincî anî ziman ku bi sed salan e zilm li gelê Kurd tê kirin û got:

“Vê zilmê hêdî hêdî pergala xwe guherand. Lê têkoşîna li dijî zilmê bi saya Rêber Apo û PKK’ê pêş ket.

Siyasetmedar Mûsa Farisoglûllari jî axivî û şehîdên Komkujiya Helebçe bi bîr anî.

Her wiha mamoste Gernas jî helbesta ku li ser Helebçe nivîsandiye xwend.

Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Tê zanîn ku rejîma Baasê ya Iraqê, di 16’ê Adara 1988’an saet 11:05’an, li Helebceyê çekên kîmyewî barand.

Di êrîşê de di cih de bêhtirî 5 hezar mirovî şehîd bûn û qederê 10 hezar mirovan birîndar bûn.

Di encama êrîşê de û ji ber bandora jehrê heta îro li gorî texmînan bêhtirî 40 hezar mirovî canê xwe ji dest daye.

KCK: Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî hovane ye

Back to top button