Li Tirbespiyê komkirina dobelanan

Destpêka Biharê, bi dehan şêniyên li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ji bo komkirina dobelanan berê xwe didin deştan.

Dobelan curyeke kivarkan e, bejî ye û piştî barîna baranê ji bin erdê bi kûrahiya 5 heta 15 centîmeriyan şîn dibe û di nava givarkan de ya herî biha ye.

Zêdetirî 4 saetan Zinar ê ji Tirbespiyê û dostên xwe li dobelanan digerin.

Rojane di navbera 20 heta 30 liban de kom dikin.

Têkildarî vê mijarê Zinar Murad got:

“Dobelan gelek bi sûd e û çêja xwe wê gelek xweş e.

Çûyîna deştan û lêgerîna li dobelan ji bo me wek seyranekê ye.

Dobelan li deştên herêma Aliya ya di navbera gundewarê Tirbespiyê heta rojhilatê Girkê Legê de şîn dibe.

Du cureyên wê hene, spî û qehweyî ye. Cureyê spî, ji cureyê din xweştir e.

Berhevkirina dobelan ji destpêka biharê (Adarê) heta destpêka Nîsanê berdewam dike.”

Back to top button