“Piştî 36 salan hîna êrişên li ser Kurdan nehatine rawestandin”

Îro 36 saliya kîmyabarana Helebçe ye .
Bi boneya rojê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî daxwiyaniyek da.
Tevgerê ragihand ku, ji bo komkujiya Helebçeyê dubare nebe gerek em yekîtiya xwe ava bikin.
Her wekî li Mexmûrê jî şehîdên komkujiyê hatin bîranîn.

Bi boneya 36 saliya kîmyabarana Helebçe û şehîdbûna zêdetir ji 5 hezar Kurdên bêguneh, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê daxuyaniyeke da.

Tevgerê diyar kir ku di demeke ku 36’emîn salvegera kîmyabarana Helebçeyê ye , dîrok xwe dubare dike û got:

“Piştî 36 salan hîna jî êrişên kîmyewî, bombeyên nukleerî û her cûre çekên qedexe li dijî gelê Kurd tên bikaranîn.

Tenê cih û erdnîgarî hatine guhertin.

Nexwe Kurd ji ber têkoşîna xwe ya rewa tên dagirkirin, qetilkirin û hewla tunekirina Kurdan berdewam dike.”

Tevgera Azadî: Zihniyeta mêtingeriyê naxwazin Kurdên dilxwaz û azad hebin

Tevgera Azadî di berdewamiya daxwiyaniyê de behsa zêhniyeta dagirkerî û mêtingeriyê ya li ser gelê Kurd kir û got:

“Zêhniyeta dagirkerî û mêtingeriyê , çi rejîma Baas be, çi jî rejîma AKP-MHP’ê be, heman zêhniyete.

Ji bo wan a girîng kurdê azad û dilxwaz tûnekirine.

Piştî 36 salan desthilatdarên Başûrê Kurdistanê heta niha jî ji vê komkujî û jenosîdê ders dernexistiye.

Her wiha nekarîn li Başûrê Kurdistanê yekîtiya netewî ya Kurdan ava bikin.”

Tevgera Azadî: Metirsiya li pêşiya me heye ji jenosîda Helebce xirabtire

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê herî dawî ev peyam da:

Tişta li pêşiya me wê ji qirkirina Helebçeyê gelek xerabtir be.

Lewma em banga yekrêziya zêdetir ya ji bo yekîtiya netewî li aliyên Kurd dikin.”

Komkujiya Helebçeyê li Mexmûrê hat şermezarkirin

Her wiha Şêniyên wargeha Mexmûrê jî şehîdên komkujiya Helebçeyê bibîr anîn û gotin;

“Em wek gelê Kurd, gelekî bi rûmet û girîngin, lewma êrişî me dikin û dixwazin me tûne bikin.

Lê wê ti caran bi komkujiyan nikaribin me tûne bikin.”

Back to top button