Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê bi wesîleya salvegera 13’an şoreşa Sûrî daxuyanî da û got:
Em sûcên ku di dirêjiya 13’an de ji aliyê rejîma Baasê ve li dijî sivîlan hatine kirin bi tundî şermzar dikin.
Ji bo dawî li destwerdan û astengiyên li pêşiya xebata nîştimanî bên em banga hevgirtin û xebateke hevpar dikin.”
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi wesîleya salvegera 13’an a tevgera gelê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîsekî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Îro salvegera 13’an a destpêka tevgera şoreşerî ya li Sûriye ye.
Ev tevger li hemberî zilm, despotî û siyaseta Baasê ya ku bi dehên salan Sûriyê hukim dike dest pê kir.
Li Sûriyê tu awayên demokrasiyê tune bû.
Berevajî vê yekê rejîma Baasê zor û destdirêjî li muxalifên xwe dikirin, pêşketinên ên cîhanê çêdibin û bandora wan a li civak û welatan paşguh dikir.
Ruxmî ku pêlên baharan ereban belavî herêmê bibû û bandor li tevahî gelên azadîxwaz kir, lê rejîma Baasê di nêzîkatiyên xwe de israr dike.
13 sal derbas dibin, lê gelê me yê li Sûriyeyê di rewşên jiyanî yên herî xirab de ye, yên li derveyî welat jî bi zehmetiyan re rû bi rû ne.”
MSD’ê anî ziman ku Reveberiya Xweser bûye hevî û got:
“Ruxmî ku şoreşa Sûriyê di gelek astengiyan re derbas bûn, ruxmî ku hin herêm ji ber rêveberiya şaş ji xeta xwe ya rast derketin, lê li hin herêman mîna Siwêdayê xeta xwe ya aştiyane didomîne.
Li hin herêmên din jî tevger ber bi avakirina pergaleke rêveberiyê mîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve pêş ket.
Ev pergal ku alternatîfeke dîrokî ji pergala despotî û terora DAIŞ’ê ye, ji tevahî Sûriyê bûye hêviya pêkanîna armancên şoreşê.
MSD: Ji bo xebatê niştîmanî em banga hevgirtinê dikin
MSD’ê herî dawî teqez kir ku heya dawiyê wê nirxên gelê xwe biparêze û got:
“Careke din em teqez dikin ku bi doza gelê Sûriyeyê û daxwazên wê yên rewa ve girêdayî ne.
Em sûcên ku di dirêjiya 13’an de ji aliyê rejîma Baasê ve li dijî sivîlan hatine kirin bi tundî şermzar dikin.
Ji bo dawî li destwerdan û astengiyên li pêşiya xebata nîştimanî bên em banga hevgirtin û xebateke hevpar dikin.”
Leyle Qerehman: Em li gorî stratejiyeke neteweyî ber bi Sûriya nenavendî ve dixebitin


