KNK: Tirkiye dixwaze Iraq bikeve nava şereke nû

Konseya Rêveber a KNK’ê derbarê serdan û hevdîtînên rayedarên Tirk yên li Iraqê daxuyaniyek da û got:”Tirkiyê dixwaze Iraq bikeve nav şerekî nû.
Eger Tirkiye bê ser xeta Iraqê û Iraq nimûneya xwe pêşve bibe, şer û metirsî çênabe.
Bangewaziya me ji bo Hikumeta Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê ew e ku beşdarî siyaseta tirkiyê ya xwînavî nebin.”

Ev demek e desthilatdarên Tirkiyê bê navber serdana Iraqê dikin.

Derbarê serdan û hevdîtînên rayedarên Tirk yên li Iraqê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK daxuyaniyek da.

KNK’ê anî ziman ku aramanc ji serdanên desthilatdarên Tirkiyê ew e ku hikumeta Iraqê di şerê li dijî gelê Kurd de bikin hevbeşê xwe û got:

“Tirkiyê di hemû astan de êrîşî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê û berjewendiyên gelê Kurd dike, dixwaze Hikûmeta Iraqê jî bîne nav vî şerî.

Iraq baş dizane ku dijminatiya li dijî Kurdan malwêraniyê bi xwe re tîne.

Tirkiyê dixwaze Iraq bikeve nav şerekî nû.”

KNK: Tevgerên Kurdan ji bo Iraqê ne gefin

KNK’ê diyar kir ku Kurd û Tevgerên Kurdan ji bo Iraqê ne gefin û wiha pê de çû:

“Bi gotina Tirkiyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo Iraqê gef e.

Mixabin di civîna 14’ê vê mehê ya li Bexdayê de di xala pêncem de ev mijar li gorî daxwaza dewleta Tirkiyê hat nivîsandin.

Ev yek ji bo Iraqê kemîn e.

Artêşa Tirkiyê beşeke mezin ji xaka Iraqê dagir kiriye û êriş û komployên xwe yên din jî didomîne.

Pêwîst e Iraq vê rewşê baş binirxîne.

Iraqê çareseriyeke pêşkeftî ji bo pirsgirêka Kurd peyda kiriye.

Eger Tirkiye bê ser xeta Iraqê û Iraq nimûneya xwe pêşve bibe, şer û metirsî çênabe.”

KNK: Dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan û Başûrê Kurdistanê ye

KNK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan û Başûrê Kurdistanê ye û wiha domand:

“Tirkiyê gelek caran ragihandiye ku ew şaşiya ku li bakurê Iraqê kirin, ew ê li bakurê Sûriyê dubare nekin.

Pêwîst e hemû Kurd wateya vê gotinê fam bikin.

Divê hemû Kurd li dijî planên Tirkiyê rawestin.

Bangewaziya me ji bo Hikûmeta Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê ew e ku niyaza dewleta Tirk a xerab bibînin û beşdarî siyaseta wan a xwînavî nebin.

Her wiha Pêwîst e li dijî êrîş û operasyonên dewleta Tirk rawestin û dawî li dagirkeriya Tirkiyê bînin..”

Tirkiye dixwaze bi kûrahiya 40 km Başûrê Kurdistanê dagir bike

Back to top button