Rûken Ehmed: Newroza 2024’an wê bibe Newroza Rêber Apo

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Rûken Ehmed li ser Newroza îsal axivî û got:”Newroza sala 2024’an wê bibe Newroza Rêber Apo.Newroz roja bilindbûna dengê azadiyê; roja dawî anîna li tecrîd, zilm û desthilatdariya mêtinger e.Lewma divê her kes bi vî ruhî biherike qada Newrozê.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Newroz li dijî tarîtî, zilm û bêedaletiyê rojeke nû ye.

Rûken Ehmed diyar kir ku şehîdên newrozê bi çalakiyên xwe newrozê watedartir kirin û wiha got:

“Bi berxwedana li zindana Amedê Newroz hîn bi watedartir bû.

Mazlûm Dogan di hucreyeke yekkesî de, bi sê zilkên şixartê Newroz pîroz kir û agirê Newrozê bi agirê bedena xwe gur kir.

Newroz bi hevrêyên mîna Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan re gihişt lûtkeyê.”

Rûken Ehmed: Em ji Newrozên qedexekirî, ber bi Newrozên azad ve meşiyan”

Rûken Ehmed da zanîn ku bi Şoreşa Rojava re Newroz veguheriye rengê xwişk û biratiya gelan û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye û ev nirxandin kir:

“Em ji Newrozên ku li ber zilmê dihatin pîrozkirin, gihiştin pîrozbahiyên Newroza bajar lê tên xemilandin.

Afîşên ‘Newroz Pîroz Be’ li her bajarekî hatiye daliqandin.

Em ji Newrozên Qedexekirî, ber bi Newrozên azad ve meşiyan.”

Rûken Ehmed: Newroza îsal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê pîrozkirin

Rûken Ehmed anî ziman ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi Newrozê re gihiştiye lûtkeyê û got:

“Îsal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd tê pîrozkirin.

Ev pêngav wê bi Newrozê re bigihije lûtkeyê.

Armanca me di sala 2024’an de pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Rûken Ehmed: Em biherikin qada Newrozê

Rûken Ehmed qala girîngiya tevlîbûna Newrozê kir û ev bang kir:

“Newroz roja bilindbûna dengê azadiyê; roja dawî anîna li tecrîd, zilm û desthilatdariya mêtinger e.

Lewma divê her kes bi vî ruhî biherike qada Newrozê.

Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qada Newrozê dengê xwe bilind bikin.”

Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin

Back to top button