Li Silêmaniyê ji bo Rêber Apo çalakiyek hat lidarxistin

Li Silêmaniyê Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ bi boneya Roja Cîhanî ya Azadî ji Ocalan re çalakiyek li dar xist.

Çalakî li Parka Azadî ya Silêmaniyê hat lidarixist û gelek kes beşdar bûn.

Di çalakiyê de Endamê Komîteya Azadiya Ocalan Mihemed Bekir daxuyaniya komîteyê xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Sîstema Îmralî ku pişta xwe bi zilmê girêdaye teqez wê were hilweşandin.

Ev 23 sal in li Îmraliyê sîstemeke faşîzma Tirk û modernîteya sermayedar a bê şermê û dûrî hemû nirx û exlaqê mirovahiyê tê birêvebirin.

Di kesayeta Rêber Ocalan de êşkence li mirovahî û gelê Kurd tê kirin.

Êşkence û tecrîda giran a ku li ser Rêber Ocalan berdewam dike, nîşan dide ku heta niha jî komploya navnetewî dewame.”

Back to top button