Dewleta Tirk a dagirker welatiyekî din ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirkerî revand .
Li gorî ajansa ANHA’yê MÎT a Tirk welatiyek ji navçeya Mabata revandin ..
Ev welatî Elî Reşîd Omer ê (40) salî ye ..
Li ber dibistana Meyselûn a taxa Eşrefiyê ya navenda bajêr hatiye revandin .
Li gor agahiyan Elî birine cihekî ne diyar û eqûbeta wî nayê zanîn ..
Ji destpêka îsal ve, dewleta Tirk zêdetirî 30 welatiyên kantona Efrînê ya dagirkirî revandine..
Di nav de jin û zilamên temen mezin hene.