Kongra Star şehîdên komkujiya Helebceyê bi bîr anîn

Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera 36’emîn a komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û got: “Ger Kurd hevsengiya xwe neparêzin û hişmendiya xwe ya azad nekin yek, wê bi dehan komkujî berdewam bin.”

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn û hate gotin:

“Komkujiya Helebece komkujiya li dijî mafên mirovahiyê ye.

Binpêkirina nasname û mafê gelekî ku hejmara wî 50 miliyon derbas kiriye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:”

Ger Kurd hevsengiya xwe neparêzin û hişmendiya xwe ya azad nekin yek, wê bi dehan komkujî berdewam bin.

KNK: Dewletên dagirker plan dikin komkujiyên nû pêk bînin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi heman armancê daxuyanî da û komkujî şermezar kir.

KNK’ê wiha got: “Ev komkujî li ber çavê hemû cîhanê hat kirin, lê ti dewlet li dijî vê yekê nerabûn.

Neteweyên Yekbûyî, DYE, Ewropa û welatên din li dijî vê komkujiyê bêdeng man.

Îro heman senaryo ji aliyê dewletên dagirker ve tê dubarekirin.

Lewma em bang dikin ku hemû gelê kurd li dijî planên dagirkeriyê hewlest nîşan bidin û bêdeng nemînin.

“Piştî 36 salan hîna êrişên li ser Kurdan nehatine rawestandin”

Back to top button