Li bakurê Kurdistanê bi coşek mezin Newroz tê pîroz kirin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Agirê Newrozê bi coşekê mezin tê pêxistin.
li Amed, Şirnex, Îzmîr, Weranşar û Agirî, agir hat pêxistin, govend hatin geradin û stran hatin gotin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li gelek bajar û navçeyan pîrozkirina newrozê destpêkiriye.

Li Kelha Berxwedanê Amedê ku bûye remza newrozê bi pêşengtiya DEM Partiyê li ser Sûrên Amedê bi çalakiyeke meşaleyî û erbaneyan agirê newrozê hat pêxistin.

Pîrozbahî bi staran û gerandina govendê bi dawî bû.

Li navçeya Qileban a Şirnexê jî bi pêşengtiya ciwanan şahiya Newrozê hebû.

Li Îzmîrê jî starta Newrozê li Kadîfekaleyê cihê ku Rahşan Demîrel bi bedena xwe agirê Newrozê gur kiribû, starta Newrozê hat dayîn.

Rêxistina navçeya Wêranşar a Partiya DEM a Rihayê jî bi dirûşmeya “Dem dema ciwanan e” şahiya ciwanan li dar xist.

Li taxa Bulut a bajarê Agiriyê jî agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agir govend hat gerandin.

Back to top button