Salvegera 36’an a komkujiya Helebçeyê

Îro salvegera 36’an a komkujiya Helebçe ye.
16’ê Adarê sala 1988’an rejîma Baasê ya Iraqê bombeyên kîmyesalê li bajarê Helebçeyê barandin.
Nêzî 5000 şehîd û 10000 birîndar çêbûn.
Kurd her vê komkujiyê bi bîr tînin û bi bîra raya giştî dixin.
Agahiyên bêtir derbarê vê komkujiyê de em ê di vê dosyayê de nas bikin.

Bajarê Helebçeyê li başûrê Kurdistanê li ser deştekê li rojhilatê Silêmaniyê ye. Li binê çiyayê Hewreman hatiye avakirin.

Bi axa xwe ya reş deşteke bi bîn û bereket e. Bajarekî kevnare û dîrokî ye.

Helepçe navê xwe bi komkujiya ku ji aliyê dewleta Iraqê ve di nava rûpelên dîroka reş de nivîsand.

70 KM ji sînorê Îranê dûr e.

Komkujiya Helebçeyê 16’ê Adara 1988’an de pêk hat

16’ê Adarê sala 1988’an kurdên Helebçeyê li ser karên xwe bûn û rewş aram bû.

Lê ji nişka ve ewreke reş li ser Helebçeyê belav bû.

Dewleta Iraqê bi serokatiya Seddam Husên li dijî kurdan bi navê Enfalê operasyona qirkirinê dest pê kir.

Zêdetirî 10 balafirên şer Helebçe bi kîmyesalê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Iraqê li ser bajarê Helebçeyê de bombeyên kîmyewî yên weke xerdel û fosfor barandin.

Zêdetirî 10 balafirên şer Helebçe kîmyebaran kirin.

Bombebarana kîmyewî 3 saetan dom kir.

Bêhneke weke sêvên rizî li ser Helebçeyê belav bû.

Êrişa kîmyesalê 3 saetan li ser Helebçeyê dom kir

Mirovan nikarîbû nefes bistînin.

Êdî Hikûmet Baas a Iraqê felaketa herî mezin bi serê Helepçeyê kir.

Xelk rastî xeniqîn û qirkirinê hatin.

Di nava çend saetan de li Helepçeyê û derdora wê bi hezaran jin kal û pîr mirin û bi deh-hezaran kurd jî seqet man.

Ji ber kîmyesalê nêzî 5000 şehîd û 10000 birîndar bûn

Di vê operasyonê de bi temamî 5000 kurd hatin kuştin û 1000 jî birîndar û seqet bûn.

Tê gotin ku 200 bombeyên kîmyewî xerdel siyanîdo fosfor bi ser xelkê helebçe de avêtin.

Êdî ew bajarê şên bû kavil. Hemû kolanên bajar û derdora Helebçeyê bi cesedên mirovan û ajalan tijî bû.

Kurdên mayî jî bi çiya ketin û berê xwe dan sînorên Îranê. Di riyan de perîşan bûn.

Piştî bidawîbûna şer dadgeha Federal a Iraqê êrişa kîmyewî ya li ser Helebçeyê weke qirkirin erê kir.

Fermandarê artêşa Baasê yê Iraqê Elî Hesen El-Mecîd ku fermana komkujiyê da hate darizandin.

Elî Hesen El-Mecîd weke sûcdarekî şer hat binavkirin û roja 25’ê meha yekê 2010 hate îdamkirin.

Belê 36 sal di ser komkujiya Helebçeyê re derbas bûn kurd her sal bi dilêşî vê komkujiyê bi bîr tînin.

Tevkujiya Helepçeyê di dîroka kurdan de yek ji komkujiyên herî mezin e ku bi serê kurdan de hatiye

Back to top button