Zekiye Alkan: Agirê Newrozê yê herî baş bi bedena mirov dişewite

Zekiye Alkan fedayiya li ser Surên Amedê agirê Newrozê geş kirî. Ew bû meşaleya ku şeva Newroz ê geş dike, Zekiye Alkan berî çalakiya xwe wiha dibêje: “Agirê Newrozê herî baş divê di bedena mirov de bişewite. Newroz bi gir tê pîrozkirin. li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û wek maşeleyekê Newroza mîlyonan temaşe dike.

Newroz ku li dijî zilmê sembola xeta azadiyê.

Newroza ku wek cejna vejînê, biharê û berxwedanê tê dîtin, bi jinên kurd re veguherî wateyek cuda.

Di vê roja ku agirê berxwedanê tê pêxistin, jinên kurd bi bedenên xwe de veguhertin heqîqetek cuda.

Li gorî her demê jinên kurd wateyên nû li Newrozan bar kirin.

Rotaya têkoşînê diyar kirin.

Yên ku ewil peyama Mazlum Dogan girtin jinên kurd bû.

Heqîqeta jinên gihişt sira Newrozê derket holê.

Ya pêşengiya vê kir Zekiye Alkan bû ku li ser Sûrên Amedê bedena xwe da ber agir.

Zekiye di sala 1965’an de li gundê Akdag a navçeya Kelkît a Gumuşxaneyê de hat dinê.

Dema Zekiye 8 salî bû malbata wê ji Gumuşxaneyê koçî Erzînganê dike û piştre jî koçî Îzmîrê dike.

Zekiye Beşa tipê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc dike.

Di wê demê de têkoşîna gelê kurd bala wê dikişîne.

Piştî li Nisêbînê 13 jinên tevgera azadiye PKK’ ji aliye dewleta Tirk ve hatin sehidxistin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt.

Zilma ku dihat kirin qebûl nedikir.

Wê demê pirtûka ku di sala 1982’yan de Mazlun Dogan bi 3 kîbrîtan li Zindana Amedê Newroz pîroz kir dixwend.

Zekiye dixwest bi can û dilê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê.

Di 21’ê Adara 1990’an de derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir.

Cenazeya wê li navçeya Bornova ya Îzmîrê hat oxirkirin.

Rêber Abdullah Ocalan der barê sehid Zekiye Alkan de wiha dibêje:

“Jina Kurd jiyana azad ferq kiriye.

Dema mirov hemû pêvajoyên hatine jiyîn binirxînin piştî salên 1990’î xebatên jinan demeke nû îfade dikin.

Çalakiya keça me ya qehreman Zekiye Alkan, mînaka cesaret û fedekariya bêdawî ye.

Ji ber vê jî ketina wê ya rizgariya jinê wisa ne ketineke ku biçûk bê dîtinê ye.”

Zekiye ku sira agir bi Newrozê re kir yek, riya herikîna Newrozê ya mîlyonan vekir.

Agirê Newroza li Sûrên Amedê şewitî, Kurdistan derbas kir û li her derê cîhanê gûr bû.

Back to top button