“WÊ KONGRESS GAVAN JI BO CEZAKIRINA TIRKIYÊ BIAVÊJE”

Kongressa Emerîkî dîsa mijara cezakirina Tirkiyê ji bo S-400 nîqaş dike.

 

Aliyên Emerîkî yên fermî teqez kir, wê di hefteyên bên de pêşketinên girîng di têkiliyên Emerîkî- Tirkî de çêbibin.

Îro, betlaneya Kongress bi dawî dibe û herkes li benda biryarên wê yên nû ne.

Li gorî van çavkaniyan, wê kongress mijara cezakirina Tirkiyê gotûbêj bike.

Berî çend rojan, komîteya têkiliyên derve ya parlamana Emerîkî tiwîttek belav kir û tê de ji birêveberiya Emerîkayê xwest cezayan li Tirkiyê bibire.

Endamên kongressê ji serokê Emerîkayê xwestin ku divê ew hinek gavên hişk der barê S-400, û gefên wî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bavêje..

Bi taybetî gefa Erdogan a ku ew ê nehêle ti derengî bikeve pêkanîna lihevkirina herêma parastina sînor.

Tevî Emerîka firotina balafirên F-35 û bernameya perwerdekirina leşkerên Tirk rawestandin jî, lê hîna helwesteke dawî der heqê Tiikiyê de ne hatiye standin.

Berî çend rojan, Erdogan bi Trump re axivî û li gorî daxuyaniyeke Tirkî ev ji bo rewşa Idlibê bû, lê alîne din diyar kir ku Erdogan xwest helwesta Turmp der barê xwesteka Kongressê bixwe de nas bike.

 

Leave a Reply

Back to top button