HETA NIHA 5 HEZAR TERM DI KOMGORAN DE HATINE DÎTIN

Bi derbasbûna nêzî 2 salan di ser rizgarkirina wî re, 5 hezar cenaze di gorên Komî yên Reqayê de tên dîtin..

Di van goran de, herî zêde cenazayên çeteyên DAIŞ’ê hene..

Di heman wextê de, sivîlên ku bi destê DAIŞ’ê hatine kuştin jî, li van goran hatibûn veşartin..

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, Tîma Bersivdana Destpêkê, xebatên lêgerînê li gorên Komî dest pê kirin…

Di vê lêgerînê de, mezintirîn gor li devera Muesker Telayî El-Baas hat dîtin..

Têkildarî mijarê jî, Rêveberê Tîma bersivdanê, Yasir El-Xmîs heta niha li gora Telayi a herêma Fixêxa, bi qasî 660 cenaze hatin derxistin..

Li gorî wî, şêniyên bajêr, ji giştî goran 700 cenaze nas kirin..

Her wiha dide zanîn ku, piştî vê gorê, wê li gora komî ya Meqas a herêma Kesrat bixebitin..

Piştî derxistina wan, bi rengekî şerîî, cenaze tên veşartin..

Piştî nêzî salekê ji şerê li bajar û gundewarên wî, rizgarkirina bajarê Reqayê 20 Cotmeha sala 2017’an , ji aliyê QSD’ê ve hat ragihandin..

Leave a Reply

Back to top button