Gerîlayên YJA Starê li qada girê Amediyê dagirkerek ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kirin ku Gerîlayên YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiya sekvaniyê lidar xist. Di çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di 14’ê Adarê de Gerîlayên YJA Starê bi taktîka sekvaniyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiyek pêk anîn û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî yên ku ji despêka meha Adarê de pêk anîn wiha ne.

Di 13’ê Adarê de artêşa dagirkeriya Tirk li Qada Berxwedanê a Şehîd Delîl ya Girê Amed 3 caran bi dronan hatin bombebarankirin.

Her wiha ji 10 heta 16’ê Adarê bi giştî 38 caran artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer qadên berxwedanê bombebarankirine.

Back to top button