Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê PAJK’ê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê pîroz kir û diayr kir ku divê tevahî jinan di vê rojê de dakevin qadan û banga xwe ya jiyana azad û wekhev bilind bikin.
Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê PAJK’ê bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîharî re daxuyaniyek da.
PAJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinên têkoşer pîroz kir û got:
Di dîroka tekoşîna jinan a sedsala 19 û 20’an de roja 8’ê Adarê xwedî girîngî û nîşaneya destpêkekî nû ya tekoşînê ye.
Di dîroka mirovahiyê de, têkoşîna jinan her tim bi dayîna bedelên giran re bi encam bûye.
Her wiha hate diyarkirin ku pergala mêr-dewlet li Tirkiyê bi rêjîma AKP re tevahî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê veguherandiye zindana darizandina jinên zana, têkoşer, berxwedêr, çalak û serhildêr û wiha anî ziman:
Li hemberî vê pergala xetimandî êdî pêwîstî bi têkoşînek zanistî, rêxistinkirî, hevgirtî û yekpare ya jinan û mirovahiyê heye.
Xisleta sedsala 21’emîn di her warî de derfet dide jin vê sedsalê veguherînin sedsala azadiya jin û civakê.
PAJK’ê anî ziman ku Rêber Apo bi diyarkirina pîvanên azadiyê rê cîhanek ji derveyî cîhan û hişmendiya mêr ji bo jin, gelê Kurd û her weha mirovahiyê afirandiye.
PAJK: Yekîtiya ruh, rêxistin, fikir, têkoşîn û jiyanê ava bikin
Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê PAJK’ê di dawiyê de dibêje:
Ji bo avakirina jiyan û cîhanek azad li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jin, têkoşînê berfirehtir bikin. Yekîtiya ruh, rêxistin, fikir, tekoşîn û jiyanê ava bikin.