Endama PE’YÊ Hannah Newman: Bêyî Rêveberiya Xweser pirsgirêka Sûrî çareser nabe

Endama Parlamena Ewropayê Hannah Newman di hevdîtina xwe ya li gel Bedran Çiyakurd de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser tecrubeyeke serkeftî ye û dikare ji bo tevahî Sûriye û Rojhilata Navîn bibe nimûne. Her wiha diyar kir ku bêyî Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê çareser nebe.

Endama Parlamena Ewropayê û seroka şandeya têkiliyên Nîvgirava Erebî Hannah Newman duh gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Hannah Newman di destpêka serdana xwe de, bi berpirsên Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re hevdîtinek pêk anî.

Hannah Newman duh di çarçoveya serdanên xwe yên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl de, bi cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyaurd re rûnişt.

Di hevdîtinê de, pêşketinên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.

Hannah Newman, piştgiriya YE ya beşdarkirina Rêveberiya Xweser ji bo diyalogên Cinivê û civînên siyasî anî ziman.

Ji ber li gorî endama Parlamena Ewropayê, beyî beşdariya Rêveberiya Xweser aloziya Sûrî çareser nabe.

Hannah Newman: Rêveberiya Xweser tecrubeyeke serkeftî ye

Hannah her wiha behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser jî kir û got:

“Projeya Rêvberiya Xweser nimûneyeke pirreng e ku hemû pêkhateyên herêmê (olî, etnîk) û jinan beşdarî rêveberiyê dike. Ew tecrubeyeke pir serkeftî ye.

Ne tenê herêm dikare sûdê ji vê tecrubeye wergire, lê ji bo tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn jî dibe ku bibe nimûne.”

Hannah Newman: Giritina dergeha Til Koçer biryareke pir xerab bû

Ji bo Derhega Til Koçerê jî, Hannah girtina vê dergehê biryarek pir xirab û şaş dibîne û teqez kir ku ew ê ji bo vekirina derî piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin.

Tê payîn, endama Parlamena Ewropayê îro bi nûnerên saziyên civaka sivîl re bicive.

Back to top button