Şerê Hemas û Îsraîlê di roja 162. de didome

Di roja 162’an a şerê li Xezayê de, 63 kesên din mirin.
Hemasê ragihand hejmara miriyan derket 31 hezar 533 kesan.
Li gorî Amerîkayê jî danûstandinên ji bo agirbestê bi awayekî erênî didomin.

Di roja 162’an de, li Xezayê şer û êrişên giran qewimîn.

Li gorî çapemeniya Filistînê hêzên Îsraîlê li dijî herêmên Refah, Nûseyrad û navenda Xezayê êrişên dijwar pêk anîn.

Hat ragihandin di van êrişên li dijî kamp, mal û avahiyan de, zêdeyî bi dehan kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha hate diyar kirin cenazeyên gelek kesan jî di bin xirbeyan de mane.

Ofîsa Ragihandinê ya Hemasê jî derbarê êrişan de daxuyanî da û Rêveberiya Amerîkayê, civaka navnetewî û Îsraîl ji êrişan berpirsyar dît.

Her wiha ji bo rawestandina êrişan bang li welatên cîhanê hate kirin ku zextê li Îsraîlê bikin.

Hemas: Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 63 kesên din hatin kuştin

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer ya 24 seetên dawiyê eşkere kir.

Wezaratê ragihand di êrişên hêzên Îsraîlê de, 63 kesên din hatin kuştin 112 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li Xezayê mirin derket 31 hezar 553 kesan ya birîndaran jî bû 73 hezar 546.

Amerîka: Daxwazên Hemasê li gorî naveroka peymanê ye

Hemasê duh ragihand ku wan daxwaza derbarê peymana agirbestê û bi hev guhertina dîl-girtiyan pêşkêşî Qeter û Misirê kirine ku ev herdu welat navbeynkariyê dikin.

Lê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahê ev daxwazên Hemasê weke bê aqilî pênase kiribû.

Têkildarî mijarê duh Berdevkê Konseya Ewlekariya Netewî yê Qesra Spî a Amerîkayê Jonh Kirby daxuyanî da.

Kirby diyar kir ev daxwazên Hemasê li gorî peymana agirbestê ye ku çend meh in ew li ser dixebitin.

Kirby got, “Danûstandin baş dimeşin lê ev nayê wateya ku pirsgirêk çareser bûye.”

Keştiya alîkariyê ya ji Qibrisê bi rê ketibû gihişt Xezayê

Li aliyê din keştiya alîkariyê ya ku beriya çend rojan ji Qibrisê bi rê ketibû duh gihişt Xezayê û barê xwe danî.

Keştiya bi nave Open Arms roja sêşemê bi 200 ton tiştên xwarinê ji Qibrisê veqetiyabû.

Alîkariyên di keştiyê de ji aliyê saziya alîkariyê ya Amerîkayê World Central Kitchen ve û bi piştgiriya Îmaratê hat bi rêxistinkirin.

Di roja 161. de encama şerê li Xezayê giran dibe

Back to top button