Rêveberiya Xweser: Heman komkujiyên mîna Helebça dewleta Tirk didomîne

Partî û rêxistinên Kurd di salvegera 36’an de, bi peyaman şehîdên Helebçê bibîranîn.
Di peyaman de banga yekîtiyê û mezinkirina têkoşîna li dijî êriş û komkujiyan hate kirin.

Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Kongra Netewî ya Kurdistanê, Tevgera Azadî û YNK’ê bi peyaman di salvegera 36’an a komkujiyê de şehîdên Helebceyê bibîranîn.

Rêveberiya Xweser ya Kantona Firatê, bi boneya rojê li pêşiya navenda xwe ya li Kobanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin heman komkujiyên bi çekên kîmyewî îro jî li pêş çavên cîhanê li dijî gelê Kurd didomin û wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk jî li Efrînê, Serêkaniyê û li dijî gerîlayan heman sûc pêk anîn. Em bang li hêzên navnetewî dikin ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng nemînin.”

Bafil Talabanî: Çarenûsa Kurdan yeke divê yekîtiya xwe ava bikin

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî jî bi boneya salvegera komkujiya Helebçeyê peyamek weşand.

Talabanî bal kişand li ser yekîtiya netewî û wiha got:

“Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye ne ji hev dûrketinê. Divê em cudahiyên xwe bixin xizmeta berjewendiyên netewî. Weke Kurd çarenûsa me yek e.”

Back to top button