Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin

Li Wanê dê sibê bi beşdarbûna bi hezaran kesan li ber keleha dirokî agirê Newrozê bê dadan.
Nûner û siyasetmedarên Dem Partiyê yê Wanê, herkes vexwend qada Newrozê.
Her wiha li Sêrtê û navçeya wê jî bo Newrozê banga tevlibûnê hat kirin û hate gotin:
Her wiha li Sêrtê û navçeya wê Dihê ji bo Newrozê banga tevlibûnê hat kirin.

Bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Bakurê Kurdistanê agirê Newroza 2024’an a ku wê li 57 navendan were pîroz kirin bilind dibe.

Doh agirê dest pê kê li warê Mazlum Dogan, navçeya Dep a Xarpetê vêket.

Sibê jî wê li ber kela bajarê Wanê ya dîrokî agirê berxwedanê were geşkirin.

Tê payîn Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tulay Hatîmogullari beşdar bibin.

Her wiha hunermendên weke Faraz Sîne, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî jî wê derkevin ser dikê.

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ji bo pîrozbahiyên Newrozê banga tevlibûnê kirin.

Siyasetmedarên li qada Newrozê lêkolîn kirin, diyar kirin ku wê di Newrozê de bi awayekî xurt bersivê bidin.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku Newroza 2024’an ji bo kurdan û wan xwedî wateyeke din e û got:

“Newroza îsal bi xebatên hilbijartinê re tê pêşwazî kirin

Me xebatên xwe him ji bo Newrozê û him jî ji bo hilbijartinê zêde kirin.”

Veysî Dîlekçî jî da zanîn ku tevahî amadekariyên xwe bi dawî kirin e û ev bang kir:

“Em di pêvajoyeke pir giring de derbas dibin. Ji bo em bersiveke xurt bidin pergalê, gerek em bi hêzeke xurt beşdarî Newrozê bibin.”

Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin

Her wiha li Sêrtê û navçeya wê Dihê ji bo Newrozê banga tevlibûnê hat kirin.

19’ê mehê li Dihê, 20’ê jî wê li Sêrtê cejna Newrozê were pîrozkirin.

Komîteyên Amadekar a Newrozê yê navçe û bajar bi daxuyaniyên cuda gel vexwedin qada Newrozê û gotin:

“Newroz tekoşîna gerdûnî ya li dijî zilm û zîhniyeta genî ye, werin em bi hev re li dijî tecrîd, zilm û zordariyê agirê Newrozê geş bikin.”

Back to top button