MECLISA ŞENGALÊ: DIVÊ GELÊ ME LI HEMBERÎ PLANÊN DEWLETA IRAQÊ HIŞYAR BE

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, êrîşa ku şevê din ji aliyê Artêşa Iraqê ve li dijî wesayîta YBŞ’ê pêk hat şermezar kir û got ku dewleta Iraqê dixwaze îradeya civaka Êzidî bişikîne.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniya xwe de got:

Em êrîşa ku duh li ser zarokên me yên Êzîdxanê YBŞ hatiye kirin, bi awayekî tund şermezar dikin.

Hikumeta Iraqê li şuna ku di parastina civaka Êzidî de xwe berpirsyar bibîne, êrîşî me dike.

Ji Nîsana 2018’an û vir ve, piştî ku artêşa Iraqê hat herêmê, gelek caran êrîşî gel kir.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

Em daxwaz ji gelê xwe dikin ku li beramberî planên dewleta Iraqê hişyar bin.

Rê nedin ku dewlet îradeya azad a civaka me binpê bike.

Daxwaz ji gelê xwe yê li her çar aliyê Kurdîstan dikin ku bi ruhê berxwedana Şengalê serî hildin”.

Leave a Reply

Back to top button