Li Minbicê şervanê Cebhet El Ekrad Ehmed Kurdî hat oxirkirin

Xelkê kantona Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Cebhet El-Ekrad şehîd Ehmed Kurdî bi merasîmekê oxirkirin.
Li Kantona Tebqayê jî, ji bo şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê yên di dem û li cihên cuda şehîd bûbûn, merasîma bîranînê hate lidaxistin.

Xelkê Minbicî tevî hêzên leşkerî û partiyên siyasî ji bo oxirkirina cenazeyê şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad Ehmed Xalid Kurdî li goristana şehîdan kom bûn.

Ehmed Xalid Kurdî 15’ê Adarê li Minbicê şehîd bû.

Di merasîmê de Ji fermandarên Hêzên Cebhet El-Ekrad Ehmed Bêrawî axivî û got:

“Rojane di oxira parastina vê xakê û gel de, em şehîdan didin.”

Cîgirê Meclisa Rêveber a Kantona Mınbicê Cuma Heyder jî got:

“Em fêr bûne serê xwe rakin û serbilind bin.

Ew yek bi saya fedakariyên şehîdan e.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Tebqa-Şehîdên mehên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn

Li Tebqayê jî merasîma bîranîna şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê hebûn.

Li goristana şehîdan, ji hemû çînên civakê kes beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Ebdurezaq tevahî şehîdên di oxira herêmê de canê xwe daye û şehîdên Helebceyê bi bîr anîn.

Endama rêvebera Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî Şêrîn Mûsa şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêça şehîdan da.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan, cihê tevlêbûn û şehadeta wan hate pêşkêşkirin.

Hevseroka meclisê Hind El-Xelîl jî daxuyaniyek li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan xwend û sûcê qetilkirina Ehmed Meamo li Efrîna dagirkirî şermezar kir.

Dawiya daxuyaniyê teqezî bi berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê hat dayîn.

Back to top button