QSD’ê nasnameyên 4 şervanên şehîd eşkere kirin

QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên xwe ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne aşkere kirin.
QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan ra xwestin û sazo şopandina riya şehîdan da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 4 şervanên QSD’ê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianîn şehîd bûn.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Şervanê Hêzên Cebhet El-Ekrad Ebû Xalid û şervana Meclisa Leşkerî ya Suyran Ator dema li ser erkên xwe bûn ji ber kirîza dil şehîd bûn.

Şervanê me Rêzan jî li Dêrazorê di encama bersivdayîna êrişa şaneyên terorîst de, her wiha şervanê Hêzên Komandos Gelî Kobanê di qezaya perwerdeyê de şehîd bûn.

QSD’ê sersaxî ji malbatên van şehîdan û tevahî malbatên şehîdên re xwest û got:

Em ê têkoşînê berdewam bikin heta xeyalên şehîdan yên avakirina welatekî aram pêk bînin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Ebû Xalid
Nav û Paşnav: Ehmed Kurdî
Navê Dayikê: Xalidiyê
Navê Bav: Xalid
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Idlib-Ramî/1983
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-Erîma/15’ê Adara 2024

Nasnav: Atûr
Nav û Paşnav: Sûriya Nano
Navê Dayikê: Muna
Navê Bav: Mame
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Til Şenan/1967
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir/15’ê Adara 2024

Nasnav: Rêzan
Nav û Paşnav: Salih El Xidir
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Bedran
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Hermûşiye/ 1987’an.
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Ceza/ 14’ê Adafra 2024

Nasnav: Gelî Kobanê
Nav û Paşnav: Memhûd Hemê
Navê Dayikê: Zenûbiya
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Xezîne/2006’an
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê 12’ê Adara 2024’an.

Back to top button