Beşa duyemîn ya nirxandina endamê komîteya rêveber a PKK’ê hate weşandin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûratd Karayilan têkildarî hêvditinên dewleta Tirkiyê a dagirker yê bi PDK û Iraqê re got:
Li gorî agahiyên di destên me de, PDK beşdarbûna nava şer red nake, lê belê dixwaze YNK an jî Iraq hebe.
Karayilan bi bîr xist şerekî navxeyî wê bibe sedema tunekerina Kurdan û bang li PDK’ê kir ku dev ji hevkariya bi Tirkiyê re berde.
Her wiha ji Iraqê jî xwest ku li hemberî siyaseta Tirkiyê şiyar be û neyê lîstokên wan.

Beşa duyemîn ya nirxandina Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ku ji ajansa ANF’ê re axivî hate weşandin.

Mûrad Karayilan di vê beşê de, şerê li Herêmên Parastina Medyayê û naveroka hêvditinên dewleta Tirkiyê a dagirker yê bi PDK û Iraqê re nirxand.

Karayilan diyar kir di van 9 salên dawî de, bi taybetî 3 salên dawî bi giştî li Kurdistanê şerekî pir girîng qewimî û got:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî di dema nû de, îspat kirin ku kes nikare wan têk bibe.”

“Tirkiyê êdî baş dizane ku bi tena xwe nikare gerîlayên Kurdistanê”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bi bîr xist dewleta Tirk a ku xwest 3 mehan de Zap û derdora wê dagirker bike û xitimî, niha nava lêgerînên nû de ye.

Di vê çarçoveyê de Karayilan îşaret bi hêvditinên dewleta Tirkiyê a dagirker yê bi PDK û Iraqê re kir û ev tişt anî ziman:

Dewleta Tirkiyê jî êdî baş dizanin ku bi tena serê xwe nikarin bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.

Di Sibata 2021’an de û beriya wê jî rayedarên dewleta Tirk a dagirker çûn Bexdayê û piştre derbasî Hewlêrê bûn.

Di wan hevdîtinan de, ji Rêveberiya Bexda û Hewlêrê alîkarî xwestin ku li Garê PKK xelas bikin.”

Back to top button