Asayîşê li Minbicê kujerê 3’ê kesan girt

Xetertirîn kujer li Kantona Minbicê ji aliyê hêzên Asayîşê ve hate girtin.
Hêzên dijî tawanan yê Asayîşê, kujerê 3’ê kesan li Minbicê girtin.
Niha jî kujer li berdestê Dozgeriya Giştî ye da ku bi awayekî qanûnî were darzandin.

Li Minbicê di nava mehên dawiyê de, cenazeyê kesên hatî kuştin dihatin dîtin.

Li ser vê yekê, hêzên asayîşê jî dest bi lêkolînê kirin.

Di encamê de, gihaştin hurgiliyên derbarê bûyeran de.

Endamê Rêveber yê Hêzên dijî tewanan Yûsif Hacî li ser mijarê agahî da.

Di dîroka 6’ê Sibatê de agahî ji me re hate ku li taxa Mardiliyê kesek bi guleyan hate kuştin.

Me yekser berê xwe da cihê bûyerê.

Dema em gihaştin cihê bûyerê kesek kuştî û li ser wî xwîn heye hat dîtin.

Piştre me dest bi lêpirsînê kir.

Di çarçoveya lêpirsînê de, me berê xwe da kamîreyên li kolanan.

Bi vê re hate xuyakirin ku kesekî nenas ev sûc kir û hinek pere û telefon diziye.

Piştî bidawî bûna lêpirsînê û eşkerekirina kujer hêzên me bi operasyonekê kujer girt.

Piştî lêkolîn û şopandina Asayîşê hate xuyakirin ku ev kujer beriya niha sûcekî din kiriye.

Di lêpirsîna bi kujer re, li xwe mukir hat ku beriya bêtirî 5 mehan 2 kesên din jî kuştine.

Piştî şopandina vê bûyerê derket holê ku navbera vê bûyerê û beyera 18′ Mijdara 2023’an xalên hevbeş hebû.

Di wê bûyerê de, mêrek û hevjîna xwe hatibûn kuştin û piştre jî şewtandin.

Bi lêpirsîna bi kujer li xwe mukir hat ku wî ew sûc jî kiriye û telefonek dizîye û firotiye.

Piştî em gihştin telefonê hate tesbîtkirin ku telefon ya jina hatiye kuştin.

Bi van her du sûcan re, derket holê ku kujer yek ji wan jin 3 kes kuştin e.

Niha jî kujerê bi navê Cîhad Elûş yê 25 li ser van sûcan wiha li xwe mukir tê.

Di meha Mijdarê ez çûm mala hevalê xwe Yasîn da ku ez bidizim.

Dema ez gihiştin malê me bi hev re qehwe vexwar.

Piştî me qehwe vexwar ji bo ku ez diziya xwe bikim min gule li Yasîn reşand.

Dema hevjîna wî kir qêrîn min gule li wê jî reşand.

Paşê min benzîn anî û cenazeyê her duyan da ber agir.

Meha 2’an ajokarekî teksiyê xwest erebeya hevalê min bikire.

Carekî ew hat mala min û em derketin.

Piştre hezar dolar danî navbera min û wî .

Wê demê ez serxweşbûn.

Dema min pere dît ez lawaz bûn.

Min demanceya xwe derxist û ew kuşt.

Min pere û telefona wî bir û ez reviyam.

Piştî wê hin pere li min bû û min pereyên xelkê dan wan û çûm karê xwe.

Ez dema li ser karê xwe bûm, hêzên dijî tewanan ez girtim.

Asayîşê niha kujer ji Dozgeriya Giştî re şandiye, da ku di warê qanûnî de were darizandin.

Back to top button