DYE’yê lîderê El Qaide ya Yemenê El Rîmî kuşt

Qesra Spî ragihand ku serçeteyê El Qaîde yê li Yemenê Qassim El Rîmî bi fermana Donald Trûmp hate kuştin.

Qesra Spî li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku Qassim El Rîmî di operasyonek anî-terorît de ya li Yemenê hat kuştin.

Qesrê îdîya kir ku bi kuştina serçeteyê li Yemenê, li tevahî cîhanê El Qaîde zêdetir qeles bû û ragihand ku operasyonên bi vê rengî, gefên li dijî ewlehiya neteweyî ya Emerîka pûç dike.

Qassim El Rîmî yek ji damezrînerên El Qaîdê li Nîvgirava Erebaye, di sala 2015’an de bûye serçeteyê li El-Qaîdeyê û sala 1990 jî derbasî Efganistanê bûye ku wê demê serçeteyê mezin ê El Qaîdeyê Ûsame Bîn Ladîn jî lê bû.

Back to top button