Yekîtiya Jinên kurd a Hollandayê hat ragihandin

Jinên Kurd ên li Hollandayê dijîn, bi beşdariya 100 delegeyan kongreya xwe ya Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YKJ-H) ragihandin.

Rêxistinên meclîs û komunên jinên Kurd ên birêxistinkirî yên li Hollandayê, li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Den Haagê bi beşdariya 100 delegeyan hatin cem hev û Yekîtiya Jinên Kurd a Hollandayê (YKJ-H) ragihandin.

YJK-H dazanîn ku ew bi hemû cudahiyên civakî, çandî û herêmî yên li Hollandayê bi cihanîna xebatên xwe yên resen û pêkanîna pêdiviyên jinan armanc dike û got:

“Li ser vê bingehê bi tespîtên civakî, li dijî vîna pêrgalê ya bi rêya jinê û li dijî neteweperestî, nîjadperestî û zayendperestiyê ku pêş dikeve, bihêzkirina jinan tê armanckirin.

Li kongreyê bi armanca ku ji bo tu jin nerêxistinkirî nemîne plan hatin kirin.”

Back to top button