Li Reqayê zêdetirî 3 milyon litre mazot li cotkaran hatin belavkirin

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê heta niha zêdetirî 3 milyon û 500 hezar litre mazotê avdanê da cotkaran.

Cotkar Ehmed El Casim anî ziman ku ew ê dest bi avdana yekemîn li nava kooperatîfên çandiniyê bikin û got:

“Cotkar bi vê mewsimê kêfxweş in.

Em bang dikin bi awayekî lez beşên din jî ên mazotê werin belavkirin da ku bi awayekî baş mewsim temam be.”

Li gorî gerînendeyê Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê Yasîn El Xelef, diyarkir ku dê mazot li gorî ruxsetên Nivîsgeha Şêwirê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê pêşkêş kiriye bê dayîn.

Yasîn El Xelef anî ziman ku Nivîsgeh li gorî kartên elektronîk her cotkarekî para wî ya mazotê didê û got:

“Nêzî 7 hezar û 600 kart ji kooperatîfên çandiniyê û 892 kar ji bîran re hatine belavkirin.

Kart bi rêya pêşkêşkirina îsbatan tên teslîmkirin û serokê kooperatîfê tevî belgeyan dide her cotkarekî da ku ew jî pêşkêşî Nivîsgeha Şêwirê û piştre nivîsgeha sotemeniyê bike.”

Back to top button