Îsraîlê êrişî Şamê kir

Artêşa Îsraîlê careke din bi moşekan êrişî Şamê kir.
Hemwextî vê, li herêmên cuda yên Sûriyê, li dijî hêzên hikumeta Şamê êriş pêk hatin.
Di encamê de, 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê her ku xeteriyeke ji bo xwe li nava xaka Sûriyê dibîne, êriş dike.

Di seatên sibê de, paytexta Sûriyê Şamê bû armanca moşekên Îsraîlê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Îsarîlê herî kêm 2 cih li Şamê bombebaran kir.

Êrişa yekem li dijî cihekî çekan ku çekdarên Hizbullaha Lubnanî bi kar tîne kir.

Cihê navbûrîli nêzî tugeya endezeyarî a di navbera Yebrûd û Nebkê li çiyayê Qelemûn ê gundewarê Şamê de ne.

Heta niha derbarê kuştî û birîndaran tu agahî nehatiye parvekirin.

Îsraîlê piştî 4 mehan ji stratejiya armanckirina endam û kesayetên Îranî û yên girêdayî wê, li stratejiya xwe ya armanckirina depoyên çekan, erebe û cihên perwerde vergeriya.

Cara herî dawî ku ev stratejiya xwe kir 22’ê Mijdara sala 2023’an bû.

Her wiha Çavdêriya Sûriyê, da zanîn ku ji destpêka salê ve 24 car in Îsraîlê êriş Sûriyê kiriye.

Ji van 16 êrişên hewayî û 8 jî bejahî ne.

Di encamê de 43 leşker hatin kuştin û 21 din jî birîndar bûn.

Her wiha 46 depoyên çekan, bargeh, navend û wesayit hatine wêrankirin.

Li herêma bêçek 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn

Li herêma “bêçek” jî tevî meha rojiyê jî, şer didome.

Vê sibê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li derdora herêma Qibtan El-Cebel li gundewarê Helebê êrişî xalên hêzên hikumeta Şamê kir.

Çavdêriya Sûriyê eşkere kir ku di encamê de, 2 leşker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Her wiha tankek hêzên hikumetê hate bêkêrkirin.

Li xetên şer yên li bakurê Laziqiyê jî 3 leşkerên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin.

Li Derayê leşkerek hêzên hikumetê hate kuştin û 4 birîndar bûn

Li Derayê jî heta niha çareserî ji bo metirsiya rewşa heyî nehatiye dîtin.

Erebeyek hêzên hikumeta Şamê dema ku li gundekî li Derayê derbas dibû maynek pê de teqiya.

Di encamê de, efserekî hikumeta Şamê hate kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Îsralê êrişî sînorê Sûrî-Lubnan kir

Back to top button