TEV-DEM’ê ji bo Efrînê bang kir

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên din piştgiriyê bidin berxwedana xelkê Efrînê û got:”Rizgarkirina Efrînê bikin destpêka têkoşîna demokrasî û azadiyê.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê di 6 salan de li Efrînê sembolên netewa Kurd, perestgeh, şûnwarên dîrokî hilweşandine û wiha hat gotin:

“Herî dawiyê li Cindirêsê zarokek bi awayekî hovane hat kuştin.

Bi vê xwestin nehêlin şahiya Newrozê bê lidarxistin.”

Di daxuyaniyê de helwest û bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî dagirkerî û qirkirinê hat rexnekirin û ev bang hat kirin:

“Dagirkirin bi erêkirina hêzên navneteweyî çêbû.

Gelê herêmê bi karesatekê re rû bi rû ye.

Em bang li netewên yekbûyî dikin ku destwerdaneke lezgîn bikin.

Her wiha em bang li tevahî hêzên siyasî û neteweyî, rêxistinên demokratîk dikin ku ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên din piştgiriyê bidin berxwedana xelkê Efrînê û rizgarkirina Efrînê bikin destpêka têkoşîna demokrasî û azadiyê.”

Di salvegera dagirkirina Efrînê de PYD’ê panelek li dar xist

Back to top button