Li Sinûnê bi çalakiyekê daxwaza derketina artêşa Iraqê hat kirin

Doh careke din ciwanên Sinûnê daketin kolanan û xwestin artêş ji nava gund û bajarokên girêdayî Şengalê derkevin.

Çalakî li çerxerêya Şehîd Mam Zekî Şengalî pêk hat.

Ciwanan xwestin artêşa Iraqê ji nava gund û bajarokên girêdayî Şengalê derkevin.

Her wiha xwestin ku Şengal ji aliyê rêveberiya wê yaxwser ve were birêvebirin, parastina navxweyî radestî polîsan û Asayîşa Êzidxanê were kirin.

Li Digurê ji bo gel civînek pêk hat

Li komalgeha Dugorê jî derbarê rewşa dawî ya Şengalê civînek pêk hat.

Kesên ku tevli civînê bûn diyar kir ku ew ê ji bilî zarokên xwe dê nehêlin ti kes parastina wan bikin.

Back to top button