
Di hefteya pêşî ya sala 2022’an de li Ewrûpayê 7 mîlyon kes bi vîrûsa Omicronê ketin.
Ev jimar jî li gorî daneyên fermî ye.
Li hemberî vê rewşê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî hişyar kir ku di nava 2 mehan de wê bêtirî nîvê Ewrûpa bi Omîcronê bikeve.
Di nava 24 saetên dawî de hejmara kesên nû yên bi vîrûsa Coronayê ketin di asta rekorê de bû.
Bêtirî 2 mîlyon û 800 hezar kes bi vîrûsê ketin û derdora 8 hezar û 300 mirov jî mirin.
Piraniya wan jî li parzemîna Ewrûpayê ne.
Li gorî zanyaran, sedema vê, zêdebûna vîrûsa Omîcron e.
Dîrektorê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî Hans Klu-ge eşkere kir ku tenê di nava hefteya pêşî ya sala nû de bêtirî 7 mîlyon kes bi Omicronê ketine û got;
Omicron pir bi lez belav dibe.
Di nava 6 heta 8 hefteyan de wê bêtirî nîvê Ewrûpa bi Omicronê bikevin.
Kluge anî ziman ku li nava 26 welatên Ewrûpayê ji sedî 1’ê nifûsê bi vîrûsa Koronayê dikevin û got,
Ji ber vê rewşa giran zexteke mezin li ser pergala tendirûstiyê heye.