9’ê Sibatê ji aliyê Insiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate lidarxistin.
Ev pêngav li herêmê bi coş û kelecan dewam dike.
Îro jî komîteyên komkirina îmzeyan li Minbic û Kobanê îmze komkirin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngava komkirina îmzeyan li seraserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.
Li Kobanê komîteyên komkirina îmzeyan mal bi mal û kolan bi kolan geriyan û îmze kom kirin.
Şêniyên Kobanê, ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo tevlî pêngavê bûn û îmzeyên xwe dan.
Li Minbicê jî komkirina îmzeyan hebû.
Îro komkirina îmzeyan li gundewarên bakurî Minbicê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û şêniyan pêk hat.
Derbarê pêngavê, endamê Meclisa Sivîl li xeta El-Muhteriq Hesen El Mihemed axivî û got:
“Heta niha komkirina îmzeyan li Minbicê baş dewam dike.
Şênî jî bi girseyî tevlî pêngavê dibin.”
Endamê komîtiya lihevanînê ya xeta El-Muhteriq Yihya El Elî jî got:
“Me nêzî 110 hezar îmze kom kirine û hê jî em komkirina îmzeyan dewam dikin.”
Li 4 kantonan bêtirî 2 mîlyon û 200 hezar îmze hatine komkirin