Bernameya Newroza 2024’an hat eşekre kirin

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bernameya Newroza îsal diyar bû.
Wê agirê Newrozê li 16 navendên Bakur û Rojhilatê Sûrî bê pîrozkirin.
Her wiha komîteya amadekar a Newrozê ya Reqayê cihê lidarxistina Newrozê eşkere kir û banga tevlîbûnê prozbahiyê kir.

Çend roj ji 21’ê Adarê re maye û gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi coşeke mezin amadekariyê xwe dikin.

Agirê Newroza îsal wê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bê geşkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi dayîna daxuyaniyekê li Çerxerêya Şehîd Yûsiv Gulo ya Qamişloyê bernameya pîrozbahiya Newroza 2024ˊan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê li 16 cihan newroz were pêrozkirin.

Li gorî wê:

Wê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê,Reqa,

Tebqa, Dêrazorê, Kobanê, Sirîn, Çelebiyê, Minbic, Şehba û Helebê pîrozbahiyên navendî bên lidarxistin.

Piştî daxuyaniyê Rêveberiyê agir pêxist.

Gelê herêmê agirê Newrozê bi coş û îradeyekr xurt geş dike

Ji ber vê hingî li her derê rengê newrozê tê belavkirin û tevahî herêm bi kelecanî xwe hazir dikin.

Li her derê wêneyên Rêbertî û Şehîdan tên daliqandin.

Çand û Hunerên bajaran jî amadekariyên muzîk, govend û şanoyan dikin.

Çav li rêye ku pîrozbahî ji her sal cudatir bi tevlêbûneke xurt pêk were.

Cihê Newroza Reqayê hat eşkerekirin

Her wiha Komîteya amadekar a Newroza Reqayê bi daxyaniyekê cihê lidarxistina Newrozê eşere kir.

Komîteyê diyar kir ku wê pîrozkirina cejna Newrozê li bajarê Firosiyê di saat 10’an de destpêbike û got:

“Em bang li gelê xwe dikin tev li pîrozbahiyê bibin da ku bihevre aramancên xwe pêk pînin.”

Back to top button