Kongra Star: Berxwedana me heta têkbirina dagirkeriyê didome

Meclîsa Kongra Star têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew ê li ser şopa şehîdan, bi bîrdoziya azadiya jinê heta têkbirina dagirkeriyê û vegera gel a ji bo Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî berxwedanê mezin bikin.

Meclîsa Kongra Star têkildarî salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku wê bi bîrdoziya azadiya jin û felsefeya netewa demokratîk berxwedana têkbirina dagirkeriyê bidome, vegera gel a ji bo Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî pêk were.

Meclîsê diyarkir ku di 6 salên dagirkeriyê de jî kuştin, girtin, revandin, destdirêjî dewam kiriye û wiha hate gotin:

“Ev sûcekî şer e. Bi taybetî pêkanînên dijî jinan de sûcê şer e.

Li kêleka wê dixwazin di meha Adarê de ya ku Newrozê hembêz dike de, komkujiyan pêk bînin.

Herî dawî zarokê bi navê Ehmed Medê kuştin.”

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku gelê Efrînê ji 7 salî heta 70 salî bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî dagirkeriyê bûne şervanên doza azadiyê û wiha hat gotin:

“Bi teybetî dayîkên ku dibêjin, ‘Em bê zarok dikarin jiyan bikin, lê bê rûmet û welat em nikarin jiyan bikin’ asta berxwedanê nîşan dide.

Di qonaxa duyemîn a berxwedana Serdemê de û li kampan tevî derfetên kêm, siyaseta qirkirin û dorpêçê jî, bi hêviya misogerkirina vegera Efrînê li ber xwe didin.”

Di daxuyaniyê de sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin û bang li NY, saziyên mafên mirovan û civaka navnetewî hat kirin ku zextê li ser dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ji hemû herêmên dagirkirî vekişe.

Meclisa Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de got:

Emê li ser bîrdoziya azadiya jinê û felsefeya netewa demokratîk têkoşînê bilind bikin. Li ser şopa şehîdan ji bo pêkanîna armancên wan heta têkbirina dagirkeriyê berxwedanê bidomînin.”

TEV-DEM’ê ji bo Efrînê bang kir

Back to top button