“Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Şengalê”

Endamê Mala Êzdiyan a herêma cizîrê destwerdana hikumetên Iraq û Hewlêrê li karûbarên Şengalê red kir.

Endamê Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê Enwer Xelef diyar kir ku êzdiyên Şengalê dixwazin xwe bi xwe biparêzin û aramiyê pêk bînin.

Enwer Xelef anî ziman ku hikûmeta Iraqê naxwaze gelê êzîdî daxwaza mafên xwe bike da ku her tim di bin serweriya wê de be.

Xelef teqez kir ku êzîdiyên herêma Cizîrê wê her tim li kêleka xelkê Şengalê bin û heya dawiyê piştgiriya wan bikin.

Back to top button