Li Mexmûrê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin

Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) li wargeha Penaberan a Mexmûrê, dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin.

Duh danê êvarî ji aliyê ciwanên wargehê ve agirê yekem ê pîrozbahiya Newrozê li Mexmûrê hat pêxistin.

LI vir Endama Navenda Çand û Huner a Mexmûrê Evîn Taş, li ser wate û girîngiya Newrozê axivî.

Evîn Taş di serî de cejna Newrozê pîroz kir û got:

“Em îro bi ruhê Mazlûm Dogan û Rewşenan agirê Newrozê pêdixin.

Weke ciwanên Mexmûrê em dest bi pîrozbahiyên cejna Newrozê dikin.”

TCM’ê di dawiyê de soza bilidkirina têkoşînê dan.

Piştî axaftinê diruşmeyên ‘Newroz Pîroz Be’, ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’ hatin berzkirin.

Li bakurê Kurdistanê bi coşek mezin Newroz tê pîroz kirin

Back to top button