Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 241’an de didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 241’an de bi biryardariyek xurt didome.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 47’an Evîn Nêrwehî axivî.

Evîn Nêrwehî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got:

“Ev 3’ê salin bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Ji ber vê em ê bi çalakiyên xwe, hêrs û hêza xwe dijmin bişkênin û bi serbikevin.

Heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Piştî axaftinê, çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe’ dewrî koma 47’emîn hat kirin.

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi biryardarî di roja 230’an de didome

Back to top button