Hiqûqnasên Helebê diyar kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ku niha li Efrînê dikin, mîna yên çeteyên DAIŞ’ê ne û gotin:
“Li gorî qanûnên navneteweyî nabe jin, zarok bên girtin, êşkence lê were kirin.
Lê rojane jin, zarok tên kuştin û revandin.
Divê komîteyeke hiqûqî ya navneteweyî bê avakirin.
Em bang li rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî dikim ku bi lez rê li pêşiya van sûcan bigirin.”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî Efrîn kir û di 18’ê Adara 2018’an de û piştî berxwedana 58 rojan, Efrîn hat dagirkirin.
Ji 6 salan ve, li Efrînê rojane sûc li dijî şêniyên mayî tê kirin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê dewleta Tirk û çeteyên wê di salên dagirkirina de 706 kes kuştin, zêdetirî 9 hezar û 8 kes revandin, di nav de hezar û 200 jin û 600 zarok hene.
Têkildarî mijarê hiqûqnasên Helebê axivîn.
Hiqûqnas Orîvan Mihemed anî ziman ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker niha li Efrînê dike, mîna yên çeteyên DAIŞ’ê ne û got:
“Dewleta Tirk a dagirker sûcên hovane wek revandin, êşkence, destdirêjî, qirkirina çandî, dizî û ferzkirina pereyan di bin hincet û bihaneyên nerast de dikin.
Çeteyên dewleta Tirk bi parvekirinê xwe yên li ser hesabên xwe yên medya dijîtal, îsbat dikin ku bi dehan jin hatine revandin û di navendên êşkenceyê de hatine ragirtin.”
Orîvan Mihemed: Civata navneteweyî li hember sûcan Tirkiyê bê deng in
Orîvan Mihemed diyar kir ku civata navneteweyî û rêxistinên NY’yê û yên mafên mirovan li hember van sûcan bê deng in.
Orîvan Mihemed: Li gorî qanûnên navneteweyî nabe Jin bên girtin
Mihemed bal kişand ser madeya 7 a qanûna cezayan a navneteweyî û got:
“Li gorî qanûnên navneteweyî nabe jin bên girtin, êşkence lê were kirin û destdirêjiyê lê bikin.
Her çar lihevkirinên Cinêvê jî ku sala 1949’an hatine erêkirin, dan û standina tund û binpêkirina rûmeta mirovan, qedexe dikin.
Ez bang li rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî dikim ku bi lez rê li pêşiya van sûcan bigirin.
Divê komîteyeke hiqûqî ya navneteweyî bê avakirin.”
Rocîn Hisên: Sûcên li Efrînê têne kirin sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne
Hiqûqnas Rocîn Hisên jî anî ziman ku jinên Efrînê û kesên temen mezin ji van sûcan nefilitîne û got:
“Li gorî peyman û lihevkirinên navnteweyî sûcên li Efrînê têne kirin, sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne.”