Şêniyên navçeya Hecînê ya Dêra Zorê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin.
Hevserokê Meclisa bajarokê Hecînê Mehmûd El-Mizgar derbarê mijarê de axivî.
Mehmûd El-Mizgar anî ziman ku dewletên kapîtalîst hewl didin dengê azadiyê qut bikin û got:
”Lê gelên azadîxwaz ji bilî banga azadiyê ya li ser şopa fikrê Rêber Ocalan tiştekî dîtir qebûl nakin.”
Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Hecînê Muna El Iweyîd jî derbarê mijarê de axivî.
Muna El Iweyîd tecrîda li dijî rêber Apo şermezar kir û ev tişt anî ziman:
”Rêber Ocalan şoreşgerê dijî zulm û koletiyê ye û hezkiriyê aştiyê ye.
Fikirê Rêbertî bûye fikirekî neteweyî.
Ji ber ku dibêje bêyî azadiya tevahî gelên bi hev re dijîn azadiya gelê Kurd nepêkan e.”