Kurdistaniyên li bajarê Weselê yê Almanya bi çalakiyekê êriş protesto kir

Li bajarê Weselê yê Elmanyayê êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) de hatin cem hev, diyar kirin ku êrîşa artêşa Iraqê ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê Malbata Barzanî li ser bingehê qirkirina gelê Kurd e. Kurdan diyar kir ku ew ê rê nedin fermana 75’an a li ser civaka Êzidî.

Kurdan bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya nevneteweyî dan û gotin: “Bêdengiya li hemberî êrîşan hevkariya êrîşan e. Kesên îro ji bo Ûkraynayê banga aştiyê dikin, dema mijar dibe qirkirina Kurdan bêdengiya xwe diparêzin. Ev bêdengî jî tê wateya hevkariyê.”

Back to top button