Bedran Çiya Kurd: Şengal wê ne bi tenê be çi were xwestin em ê bikin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya diyar kir ku Civaka Êzidî netenêye, ewê nehêlin qirkirineke din li dijî civaka Êzîdî pêk were. Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî got Tirkiye, Hikûmeta Kazimî û PDK qirkirina ku DAIŞ nîvco hiştibû dixwazin temam bikin. Endama Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî got, li dijî êrişên hemwextî yên PDK-Enqere-Bexdayê wê li ber xwe bidin.

Êrişên dagirkirina Şengalê ji aliyê Rêveber û Siyasetmedarên Kurdan ve rastî bertekan hat.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd êrişên hikûmeta Kazimî şermezar kir û got:

“Ev êriş berdewama qirkirina sala 2014’an û tevahî fermanên li dijî êzidiyan e.

Armanca ji van êrişan dixwazin civaha Êzîdî ya maye jî qirbikin, îradeya Şengalê bişkînin, taybetmendiyên wê têk bibin.

Ev plan bi lihevkirinekê bi hêzên herêmî û xwecihî têne kirin bêyî tu sedemên wê yên rewa hebin.”

Çiya Kurd teqez kir ku Şengal wê ne bi tenê be. Çi erk bikeve ser wan wê pêk bînin û Mîna berê, wê Şengal bi tenê li hemberî qirkirinê nehêlin.”

Feleknas Ûca: Hikûmeta Iraqê qirkirina DAIŞ’ê ya ku nîvco hiştibû dixwaze temam bike

Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP )Feleknas Ûca jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Feleknas Ûca di daxuyaniyê got:

“Êrişên qirkirina êzidîiyan DAIŞ’ê nîvco hiştibû dewleta Tirk, Û hikûmeta Iraqê dixwazin temam bikin.

Vê planê jî bi peymaan 9’ê Cotmehê, bi lêkirina Dîwarê di navbera Şengal û Rojava de pêktînin.

Lê Çareserî ne ev e, çareserî naskirina Vîna Şengalê ye”

Feleknas Ûca di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên ku van êrişan temaşe dikin kir ku konsepta qirkirinê betal bikin .”

Sûham Şengalî: Em ê li ber xwe bidin

Endama Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinê ya Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî jî rastiya êrişê wiha şîrove kir:

Êrişên li ser Şengal, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hev ve girêdayî ne.

Dîwarê li navbera Şengalê û Rojava hate lêkirin hemû konsepteke, dixwazin destkeftiyên kurdan têk bibin.

Sûham Şengalî li ser helwesta xelkê Êzidî ya li dijî êrişan jî wiha axivî: “Ji ku tê bila bê, êriş çi dibe bila bibe em ê xwe biparêzin, em ê bersivê bidin.

Back to top button